Ciwanekî Filistînî di roja daweta xwe de ji teref îşxalkeran ve hate şehîdkirin
Li Xan Yûnisê, xortekî Filistînî yê 25 salî di êrîşa rejîma sîyonîst de şehîd bû. Hat ragihandin ku xort di heman rojê de amadekariya zewacê dikir.
Di êrîşeke rejîma sîyonîstî de li bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê, ciwanekî Filistînî şehîd bû û gelek kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Mehend Osman Furane yê 25 salî di êrîşeke asmanî de li ser malekê li Kolana Zeynî ya li navenda Xan Yunisê hat kuştin. Hate diyarkirin ku xort amadekariya daweta xwe ya di heman rojê de dikir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Ermenistanê, gel ew ê sibê ji bo hilbijartinên parlementoyê biçin ser sindoqan.
Konseya Neteweyî ya Misilmanên Kanadayî diyar kir ku hikûmet ji bo têkoşîna li dijî Îslamofobiya zêde dibe li welat divê reformên berfireh bicîh bîne û li dijî sûcên nefretê yên li dijî Misilmanan daxwaza tedbîrên tesîrdar kir.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de derbarê aloziyên leşkerî û dîplomatîk ên li Kendavê de, îşaret pê kir ku Îran ew ê zû yan dereng neçar bimîne ku bi Washingtonê re li ser maseya danûstandinan rûne.