Di êrîşên çeteyên îşxalker ên li ser Xezzeyê de 17 Filistînî şehîd bûn

Di êrîşên dijwar ên çeteyên îşxalker ên danê sibehê de li ser Xezzeyê pêk anîn de, zarok jî di nav de 17 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Çeteyên îşxalker di saetên sibehê de bi hewan û topan êrîşî gelek deverên Xezzeuê kirin. Di van êrîşan de 17 Filistînî şehîd bûn û 2 jê zarok 17 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Li taxa Şaaf a li rojhilatê Xezzeyê di encama êrişa hewayî ya li ser maleke malbata Hasûna ya li Taxa Tuffayê de 3 Filistînî şehîd bûn û 13 Filistînî jî birîndar bûn.
Li herêma Cibaliya Nezleyê di êrîşa ku li malekê hat kirin de 3 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn. Di heman demê de çeteyên îşxalker bi topan êrîşên dijwar birin li ser taxên Tuffah, Zeytûn, Şucêyya û Şeaf ên li rojhilatê bajarê Xezzeyê û ji helîkopteran jî gulebaran kirin.
Her wiha rojhilatê Kampa Nusayrat a li navenda Xezzeyê û derdora Kampa Bureyjê hatin bombekirin.
Ji aliyê din ve Filistînîyekî ku di êrîşa ku berê li bajaroka Huzaa ya li rojhilatê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê hat kirin de birîndar bûbû şehîd bû.
Leşkerên îşxalker li peravên Mevasî ya rojavayê Xan Yûnisê keştiyeke masîgiran hedef girtin û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Her wiha li bajarokê Feharî jî li dijî malekê êrîşeke hewayî hat kirin û taxa Menara jî bi topan hate topbarankirin.
Çeteyên îşxalker bi helîkopteran êrîşên xwe yên li ser cihên niştecihbûnê yên li bajarê Refahê yê başûrê Xezzeyê didomînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.