Di nav 24 seatên dawîn de 56 kes hatin şehîdkirin

Îşxalkeran ji herêmên cuda yên Xezzeyê re bombeyan barandin, ji serê sibeha roja Şemîyê vir ve 56 kes şehîd bûn.
Çavkanîyên tibbî, îfade kirin ku li Xezzeyê ji şebeqa roja Şemîyê vir ve li cîhên cuda êrîş tên berdewamkirin, di êrîşên asîmanî de bi tevî pîrek û zarokan 56 Filistînî hatin şehîdkirin, bi dehan Filistînî jî birîndar bûn.
Çavkanîyan îfade kirin ku di êrîşa li herma El Mewasîyê li dijî konan hatin lidarxistin de ceseda şehîdekî hat dîtin, di nav wna de zarok û pîrek jî tev de 4 kes birîndar bûn.
Li alîyê orta Xezzeyê jî li dijî kampa penaberan a Nuseyratê jî bi topan êrîş hat kirin, di encamê de Îsmaîl Dervîşê ku giran birîndar bûbû şehîd bû.
Balafirên herbê yên rejima sîyonîst li nêzê goristana El-Sawarhaya kampa penaberan a Nuseyratê topan avêtin, di encamê de Îsmaîl Dervîş şehîd bû.
Topavêtin sîyonîstan Taxa El-Tuffahê hedef girtin, Keştîyên sîyonîstan jî bajara Refahê hedef girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Filistînê Albanî bertekek tund nîşanî rejîma îşxalker a ji bo qirkirina Xezzeyê da.
Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu, diyar kir ku ew peymanekî ku îşxala li Xezzeyê dawî bike wê qebûl neke.
UNRWA, diyar kir ji ber ku rejima îşxalker ev bû 7 hefteye derîyên sînorê girtî dihêle, Filistînîyên li Xezze birçî mane.