Netenyahuyê îşxalker: Em agirbestekî ku qirkirinê dawî bike naxwazin!

Serokwezîrê qaşo yê rejima îşxalker Binyamîn Netenyahu, diyar kir ku ew peymanekî ku îşxala li Xezzeyê dawî bike wê qebûl neke.
Netenyahuyê îşxalker, destnîşan kir ku wê tu peymanekî êrîş û îşxala li Xezzeyê bi temamî dawî bike qebûl nakin.
Netenyahu di peyama xwe ya ku bi vîdeoyê belav kir de destnîşan kir ku ew ê daxwazên HAMASê ku dibêje bila îşxal û êrîş dawî bibin qebûl nekin.
Binyamîn Netenyahu îfade kir ku hedefên wan “koça bi dildarî” ye û ew ê Filistînîyên li Xezzeyê sirgûnê welatên dinê bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Filistînê Albanî bertekek tund nîşanî rejîma îşxalker a ji bo qirkirina Xezzeyê da.
Îşxalkeran ji herêmên cuda yên Xezzeyê re bombeyan barandin, ji serê sibeha roja Şemîyê vir ve 56 kes şehîd bûn.
UNRWA, diyar kir ji ber ku rejima îşxalker ev bû 7 hefteye derîyên sînorê girtî dihêle, Filistînîyên li Xezze birçî mane.