Emrîkaya îşxalker 22 êrîşên esmanî bir ser Yemenê

Tevgera Ensarullahê ragihand ku îro serê sibê 22 êrîşên esmanî yên Emrîkayê li paytexta Sanaya Yemenê, wîlayetên Marib û Hudeydeyê hatin lidarxistin.
Qenala televizyonî ya “El-Masirah” ragihand ku Emrîkayê 2 êrîşên esmanî li Girava Îmranê ya Hudeydeyê pêk anîn.
Li Sanayê îro danê sibê 5 êrîş li herêma Cumaîme ya navçeya Benî Heşîş û 6 jî li herêma Cirban a navçeya Sanhanê hatin kirin.
Li Maribê, "El-Masirah" ragihand ku 5 êrîşên asmanî yên tevgera Ensarullah navçeya el-Meczar li Maribê kirin armanc, di heman demê de du êrîş jî navçeya Coube kirin armanc. Her wiha li herêma Kofel a navçeya Sirohê jî 2 êrîş pêk hatin.
Li gorî medyaya Emrîkayê, herwiha tê gotin dibe ku Emrîka êrişeke bejayî li Yemenê bike.
Li gorî çavkaniyên ji CNNê re axivîn, ev êrîş wê ji herêmên başûr û rojhilat dest pê bike û bi hêzên deryayî yên Emrîkayê û piştgiriya bejayî ya Erebistana Siûdî hewl bide ku li Bendera Hudeydeyê kontrol bike.
Ji 15ê Adara 2025an ve firokeyên Emrîkayê êrişên asmanî li ser deverên Yemenê yên di bin kontrola Ensarullahê de pêk tînin. Herwiha çend caran baregeheke leşkerî ya ku hêzên esmanî yên Yemenê di heyama serokomarê berê Elî Ebdullah Salih de bikar dianîn kir armanc. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.