Emrîkaya îşxalker hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûrîyeyê kêm dike

Artêşa Emrîkaya îşxalker, hinek baregehên xwe yên li bakûrrojhilata Sûrîyeyê digre û hejmarê leşkerên xwe kêm dike.
Emrîkayê, dest bi hindikkirina hebûna xwe ya leşkerî ya li bakurrojhilata Sûrîyeyê kir.
Li gorî çapemenîya Emrîkayê, hêzên Emrîkayê ku ji sala 2014an vir ve bi neqanûnî li Sûrîyeyê ne, sê baregehên xwe yên operasyonê girtin û hejmarê xwe yên leşkeran jî ji 2 hezarî daxistin 1400 kesan.
Rojnameya New York Timesê ya ku navenda wî li Emrîkayê ye, di xebera xwe de ku ew jî agahîyê ji rayedarekî Emrîkayî bidestxistîye weha got, merhaleya ewil a vekişînê li gorî pêşnîyarên fermandarên di sehayê de ne hatîye destpêkirin û ji teref Pentagon û CENTCOM (Fermandarîya Hêzên Navend) ve hatîye erêkirin.
Rayedaran diyar kirin ku tê plankirin li Sûrîyeyê herî kêm 500 leşkerên Emrîkayî bimînin, biryara encam jî wê li gorî nirxandina ku di nav du mehan de bê kirin wê bê girtin.
Rejima sîyonîst bertek nîşan da: Dibe ku tesîra Tirkîyeyê zêde bibe
Çapemenîya rejima sîyonîst jî diyar kir ku Emrîka ev biryara xwe ya vekişîna bi merhaleyî ji bireveberîya Tel Avîvê re ragihandîye.
Li gorî rojnameya Yedioth Ahronothê, bireveberîya Tel Avîvê astengî derxistîye ku ev biryar neyê tetbîqkirin. Sedema vê astengê jî endîşeyên di warê zêdebûna tesîra stratejîk a li Sûrîyeyê ya Tirkîyeyê hat nîşandan.
Li gorî çavkanîyên rejima sîyonîst, bireveberîya Tel Avîvê ditirse ku tesîra Tirkîyeyê li alîyê bakurê Sûrîyeyê zêde bibe û li hember rejima îşxalker jî qabîlîyeta xwe ya tevgerê zêde bike. Encax van endîşeyan, li ser biryara vekişîna bireveberîya Emrîkayê ti tesîrek nekir.
Gengeşîya di navbera Trump û Pentagonê hatin bibîrxistin
Di xeberê de hat bibîrxistin ku Serokê Emrîkayê Donald Trump demeke dirêj e ku hebûna leşkerên Emrîkayê ya li Sûrîyeyê nerazî ye û ji dewra xwe ya ewil a Serokatîyê jî teşebûsên vekişînê kirîye. Encax Trump di wê demê de bi hemberîbûna Pentagonê rûbirû maye, ji ber vê yekê Trump nikaribûye ev biryara xwe bike rewacê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Nebraskaya Emrîkayê balafireke biçûk ket nav çem, di encamê de 3 kesên ku di nav balafirê de bûn canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.