Emrîkaya îşxalker, li Sanaya bazarê bomberdman kir: 12 şehîd, 30 birîndar

Li Sanaya peytexta Yemenê di êrîşa balafirên EMrîkaya îşxalker de ku li bazarê pêk anît, herî kêm 12 sîvîl şehîd bûn, 30 kes jî birîndar bûn.
Rejîma Emrîkaya destekvanê sîyonîstan, li Yemenê sûcê herbê dike û hertim sivîlan qetil dike.
Li gor xebera televîzyona El Mesîreyê balafirên şer ên Emrîkayê, Sanayê bombe kirin.
Balfirên herbê yêm Emrîkaya îşxalker, bi bombeyan êrîşê Attana navçeya Maîn, Asrê û Şûûdê û Taxa Ferveyê kirin.
Di êrîşên ku hatin kirin de herî kêm 12 Misilmanên sîvîl ên Yemenî hatin şehîdkirin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûn.
Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dike.
Di vê navberê de bajarê Saadê jî dibin hedef û êrîşên Emrîkaya zalim de bû.
Ensarûllahê eşkere kir ku şeytanê mezin Emrîka, haziriyê dike ku li Yemenê êrîşeka mezin bide destpêkirin.
Serokê Emrîkayê Donald Trûmp di 15ê Adarê de daxuyanî dabû û gotibû ku artêş wê li Yemenê li dijî Ensarûllahê êrîşeke mezin bide destpêkirin û ew di vî warî de emr daye.
Serokê Ensarûllahê Abdûlmelîk El Hûsî jî gotibû ku Emrîka bi balafirên herbê êrîşên rast dike, emê jî hertim operasyonên xwe li dijî balafir û keştiyên wan berdewam bikin û hetanî ku êrîşên li ser Xezzeyê bidawî nebe wê operasyonên me jî bidawî nebin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima sîyonîst îro li cîhên cuda yên Xezzeyê êrîşan pêk anîtin, di encama wan êrîşan de herî kêm 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Vatîkan, daxuyand ku serokê cîhana katolîkan Papa Franciscus vê sibehê di seat 07.35an de di mala xwe ya ku li Casa Santa Martayê ye de mirîye.
Ji ber êrîşên rejima sîyonîst û bomberdmanên giran li Xezzeyê krîza însanî her roj ku diçe kurtir dibe. UNRWA, daxuyand ku bi dehhezaran sîvîlên xwe sipartine 115 navendan ji lazimatîyên bingeh mehrûm in.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, derheqê êrîşên sîyonîstên îşxalker ên li ser Libnanê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de êrîşên ku bi taybetî sîvîlan û endamên artêşê hedef digrin bi zimanekî dijwar şermezar kir.