Ensarullah ragihand ku Balafirgeha Riyadê û Baregeha Esmanî ya Xemîs Muşeyt hedef girtine
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yahya Serî ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Xalid li Riyadê bi mûşekek balîstîk û Baregeha Hewayî ya Xemîs Muşît jî bi droneyekê hatiye hedefgirtin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yahya Serî ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Xalid li Riyada paytexta Erebistana Siûdî û Baregeha Hewayî ya Xemîs Muşêyt bûne hedef.
Serî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku balafirgeha Riyadê bi mûşekek balîstîk û Baregeha Hewayî ya Xemîs Muşayt bi droneke çekdarî hatiye hedefgirtin û got ku hedef bi rastbûnek pir zelal hatine xistin.
Her wiha hişyarî da şîrketên hewayî yên navneteweyî ku ji bilî yên Mekke û Medîneyê, ji bo ti balafirgehên Erebistana Siûdî seferan nekin.
Yahya Serî diyar kir ku balafirên şer ên Erebistana Siûdî di 24 saetên dawî de 119 êrîşên ji asmanî û mûşekî pêk anîne, ku bi piranî li dijî Sana û her wiha parêzgehên Cewf, Taiz, Se'eda, Marib, Lahic, Beyda û Îbbê êriş pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di van êrîşan de gelek sivîl, di nav de jin û zarok, hatine kuştin û birîndar bûne.
Serî destnîşan kir ku ji destpêka êrîşan ve hejmara giştî ya êrîşên hewayî û mûşekî yên li dijî Yemenê gihîştiye 2 hezar û 177an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker di serdegirtina gundê Breyka yê berê li gundewarê Quneytrayê yê Sûrîyeyê de ciwanek revand û ew bir Bilindahiyên Golanê yên ku di bin dagirkeriyê de ne.
Li herêma Pencap a Pakistanê trên ji rêya xwe ya hesinî derket, di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Pêçîya Celîl a nêzê sînora Lubnanê teqînek pêk hat, li gorî diyarîyên ewil di encama teqînê de çeteyek îşxalker mir, 20 kes jî birîndar bûn.