HAMAS: Şertên me agirbesta mayînde, vekişîn, jinûveavakirin û rakirina dorpêçê ye

Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) di daxuyaniyekê de ragihand, ew pêşniyara ku ji aliyê navbeynkaran ve ji wan re hatiye ragihandin, bi hesteke bilind a neteweyî dinirxînin û piştî bidawîbûna şêwirên pêwîst dê di zûtirîn dem de bersiva wan bidin.
Hamasê di daxuyaniyekê de helwesta xwe dubare kir ku her rêkeftinek pêwîstî bi agirbesteke daîmî, vekişîna tam a îşxalkeran ji Xezzeyê, peymanek rasteqîn a pevguhertina girtiyan, destpêkirina proseyeke ciddî ya jinûve avakirina wêraniyên ji ber dagîrkeriyê û rakirina dorpêça nedadperwerane li ser Xezzeyê heye.
Berpirsekî Hamasê diyar kir ku di pêşniyara vê dawiyê ya Misirê de rêkirina xwarin û stargehê di berdêla agirbesteke demkî ya 45 rojan de û azadkirina nîvê girtiyên îşxalker di hefteya yekem a wê heyamê de heye.
Rayedar êvara Duşemê ji televîzyona El Cezîre re got ku di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku girtiyên sax û mirî piştî 45 rojan werin radestkirin, şertek ji bo dirêjkirina agirbestê û berdewamiya alîkariyê.
Her wiha hat gotin ku heyeta HAMASê matmayî maye ji ber ku di pêşnûmeya ku Misirê pêşkêşî kiriye de bi awayekî eşkere bendek têkildarî bêçekkirina berxwedanê heye.
Rayedar got, "Misrê ji me re got ku ji bo ku şer bi dawî bibe divê bêçekkirina berxwedanê were gotûbêjkirin. Me ji wan re got ku bêçekkirina berxwedanê bi tevahî nayê qebûlkirin, ev mafekî bingehîn ê gelê Filistînê ye û ji nîqaşê re vekirî nîne." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.
Di êrîşa hewayî ya ku Emrîkaya îşxalker li Yemenê sivîlan bombebaran kir de 5 jê xebatkarên tenduristiyê 33 kes şehîd bûn û 80 kes jî birîndar bûn.