Hatibû îddîakirin ku mirîye: Alî Şemxanî ji Xameneî re peyam şand

Şemxanî, di peyameke kurt ku ji Serokatî û gelê Îranê re şand de weha got, “Ez di heyatê de me û ji bona ku xwe feda bikim amade me.”
Hat gotin ku Şêwirmendê Rêberê Şoreşa Îranê Alî Şemxanî di heyatê de ye.
Ajansa Nûçeya Farsê, destnîşan kir ku Şêwirmendê Rêberê Şoreşa Îranê Alî Şemxanî ku di êrîşa rejima îşxalker a ku di 13ê Hezîranê de dabû destpêkirin de dihat gotin şehîd bûye di jîyanê de ye û rewşa wî baş e.
“Ez di heyatê de me û ji bona ku xwe feda bikim amade me”
Di nûçeyê de hat îfadekirin ku Şemxanî ji Rêbertî û gelê Îranê re peyamek şandîye û gotîye, “Ez di heyatê de me û ji bona ku xwe feda bikim amade me”
Hatibû îfadekirin ku Şemxanî di êrîşa rejima îşxalker a ku di 13ê Hezîranê de li dijî Tehranê dabû destpêkirin de giran birîndar bûbû û ji nexweşaneyê re hatîye seqwkirin, ev xeber ji teref Nour News ku nêzê Konseya Ewlehîya Netewî ye ve jî hatibû parvekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gelê Îranê, li dijî destdirêjiya rejîma sîyonîst yekgirtî, li Tehranê û li giştîyê welat meşek hêrs û serkeftinê li dar xist.
Di demekê de ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Îranê didomîne, Emrîka û Elmanya 14 balafirên kargoyê yên leşkerî ji bona ku rasterast piştgiriyê bidin artêşa îşxalker şandin axên îşxalkirî. Hejmara giştî ya balafirên leşkerî yên ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştine rejîma sîyonîst ji 800î derbas bûye.
Rejima îşxalker li Xezzeyê herba xwe ya qirkirina didomîne. Di roja 95emîn de, herî kêm 95 Filistînîyên ku di nav wan de yên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî hene hatin şehîdkirin. Îşxalkerên sîyonîst, gelê ku dorpêç kirîye bi birçîbûnîyê dixwaze ku tune bike û cîhên ku gel li hêvîya alîkarîyê ne jî hedef digre.
Sîyonîstên îşxalker, di seatên serê sibehê de li dijî El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşeke berfireh da destpêkirin, di êrîşê de herî kêm 30 Filistînîyan êsîr girtin. Di êrîşan de gelek xanî hatin lêgerînkirin, nav malan hatin wêrankirin û hinek Filistînî hatin derpkirin.