Ji Nexweşxaneya Şehîdan a El-Eqsa ya li Xezzeyê ji Weqfa Êtîman re ji bo "Nexweşxaneya Sehrayê" teşekûr

Nexweşxaneya Şehîdan a El-Eqsayê ya li Xezzeyê ji ber nexweşxaneya sehrayî ya ku çêkirine, ji Weqfa Êtîman a li Tirkiyeyê re nameyek teqdîrî şand û ji wan re teşekûr kir.
Weqfa Êtîman a li Tirkiyeyê ji bo ku hewcedariyên tenduristiyê yên gelê Xezzeyê yê ku dûçarê qirkirinê mabûn bi cih bîne, êşa nexweşan sivik bike û zexta li ser nexweşxaneyê kêm bike, di çarçoveya Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê de bi tevkariya xêrxwazan nexweşxaneyeke sehrayê ava kir.
Nexweşxane di meha Adara borî de bi beşdariya rayedaran hatibû vekirin û dest bi xebatê kiribû.
Rêvebiriya Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê ji bo nexweşxaneya sehrayê ya ku hat çêkirin, ji Weqfa Êtîman re nameyek teqdîrî şand û ji wan re teşekûr kir.
Di nameyê de ev daxuyanî hatin dayîn:
“Li ser navê Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê li gel rêveberiya wê û hemû xebatkarên tenduristiyê û teknîkî em rêz û spasiyên xwe tînin ziman.
Em spasiyên xwe ji ber xebat û piştevaniya we ya hêja di xizmeta gelê me de pêşkêşî Weqfa we dikin. Hewldanên ku we nîşan da, bi taybetî di bin êrîşên berdewam ên ku li ser Şerîda Xezzeyê tê kirin, pir bi qîmet in.
Bi xêr û berdêlên we yên bi xêr û qîmet, di nava Nexweşxaneya Şehîdan a Eqsayê de ji bo xizmeta nexweşan yekîneyeke lênêrîna nexweşan hat avakirin. Ev ji bo peydakirina barê nexweşên giran ên nexweşxaneyê û alîkariya lênihêrîna birîndar û nexweşan faktorek girîng e. Her wiha ev alîkarî nîşana eşkere ya berpirsyariya we ya mirovî û neteweyî ya li hember gelê me ye.
Em ji Xwedê dixwazin ku keda we bibereket bike, xizmetên ku hûn pêşkêşî dikin qebûl bike, daxwaz dikin ku bila ji gelê me re ewlekarî, selamet û zefereke nêzîk bide.”
Serokê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl jî li ser hesabê xwe yê Xê nivîsek parve kir û bi bîr xist ku wan nexweşxaneya sehrayê ya piştî agirbestê di demeke kin de çêkirine û spasiyên xwe ji bo xêrxwazên ku di avakirina nexweşxanê de keda wan heye kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên êrîşên ku ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hatine kirin di 24 saetên dawî de 39 kes zêde bû û derket 50 hezar û 983an.
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku wan balafireke bêmirov a ji tîpa MQ-9 (UCAV) ya Emrîkayê ya îşxalker bi fuzeyên berevaniya esmanî ya ku li navxwe çêkirî xist xwarê. Ev 19emîn balafira bêmirov a MQ-9 bû ku di micadeleya "Fetha Soz û Cîhada Pîroz" de hat xistin.
Li başûrrojavaya Çînê di dikanekî de şewat derket, di encamê de 8 kes mirin.
Tûgayên Qessam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye ragihand ku wan li Refahê malekî ku leşkerên sîyonîst di nav de bûn teqandine û leşkerên di nav de mirine û birîndar bûne.