Konsulxaneya Emrîkayê ya Sûrîyeyê derheqê çûndina ji Sûrîyeyê re de hişyarî da

Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Emrîkayê û êrîşên tên çaverêkirin li wî welatî pêk werin.
Emrîka hişyariyê dide welatiyên xwe ku serdana Sûriyeyê nekin û got, "Dibe ku di demeke nêzîk de êrişên çaverêkirî li Sûriyeyê çêbibin.
Ti devereke Sûriyeyê neewleye. Metirsiyên mezin ên terorê, aloziyên navxweyî, revandin, rehîngirtin, pevçûnên çekdarî û girtinên nadadmend hene.”
Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê bi hişyariya li ser îhtimala êrîşên "terorî" ya li Sûrîyeyê, bang li hemû hemwelatiyên xwe yên li wir kir ku bi lez û bez Sûrîyeyê terk bikin.
Konsolxaneya Emrîkayê ya Sûrîyeyê jî daxuyaniya wezaretê belav kir û di daxuyanîyê de weha hat gorin:
"Li Sûrîyeyê dibe ku êrişa terorî çêbibe, terorîst dikarin cihên ku qelebalix lê dicivin bikin hedef.
Divê ti cîhekî Sûrîyeyê wekî ewle neyê dîtin. Di cih de ji Sûrîyeyê derkevin.
Êriş dikarin li deverên vekirî yên giştî, otel, kulûb, xwaringeh, cihên dînî, dibistan, park, navendên danûstandinê, sîstemên veguhastinê yên giştî û cihên ku qelebalix lê kom dibe bi hişyariya kêm an bêyî hişyariyê çêbibin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Nebraskaya Emrîkayê balafireke biçûk ket nav çem, di encamê de 3 kesên ku di nav balafirê de bûn canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.