Li Bîrûssebayê herî kêm 36 sîyonîst birîndar bûn: Navenda teknolojîya krîtîk di hedefê de ye

Fuzeyeke ku ji Îranê ve hat avêtin, li Bîrûssebayê (Berşeba) ket. Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku herî kêm 36 sîyonîst birîndar bûn, rewşa hinek birîndaran giran in.
Çavkanîyên mehellî û çapemenîya îşxalê, daxuyand li herêma ku hatîye îsabetgirtin teknolojîya bilind, ewlehîya sîberî û navenda lêgerîna pêşveçûnê hebûye.
Hat daxuyandin ku ji ber îsabetgirtinê seferên trênê jî hatin betalkirin.
Şaredarîya Bîrûssebayê, destnîşan kir ku fuzeyên Îranê rasterast li herêmê ketîye û xesar jî gelek mezin e.
Hat diyarkirin avahîyên herêmê bi qismî zerarê dîtin, şewat û zayîdên giran ên meddî jî hatin raporkirin.
Televîzyona Qenala 12 a îşxalkeran, diyar kirin ku tu sîstemekî parastine hewayê fuzeyan nikaribûne asteng bikin.
Ev êrîş, di nav 24 seatên dawîn de fuzeya duyemîn a ku ji teref Îranê ve rasterast hatîye îsabetkirin.
Rojek berê jî bajara Ramat Ganê dûçarê operasyona fuzeyî bûbû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gelê Îranê, li dijî destdirêjiya rejîma sîyonîst yekgirtî, li Tehranê û li giştîyê welat meşek hêrs û serkeftinê li dar xist.
Di demekê de ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Îranê didomîne, Emrîka û Elmanya 14 balafirên kargoyê yên leşkerî ji bona ku rasterast piştgiriyê bidin artêşa îşxalker şandin axên îşxalkirî. Hejmara giştî ya balafirên leşkerî yên ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştine rejîma sîyonîst ji 800î derbas bûye.
Rejima îşxalker li Xezzeyê herba xwe ya qirkirina didomîne. Di roja 95emîn de, herî kêm 95 Filistînîyên ku di nav wan de yên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî hene hatin şehîdkirin. Îşxalkerên sîyonîst, gelê ku dorpêç kirîye bi birçîbûnîyê dixwaze ku tune bike û cîhên ku gel li hêvîya alîkarîyê ne jî hedef digre.
Sîyonîstên îşxalker, di seatên serê sibehê de li dijî El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşeke berfireh da destpêkirin, di êrîşê de herî kêm 30 Filistînîyan êsîr girtin. Di êrîşan de gelek xanî hatin lêgerînkirin, nav malan hatin wêrankirin û hinek Filistînî hatin derpkirin.