Li Cenînê 2 berxwedêr şehîd bûn

2 micahîdên berxwedêr ên li başûrê Cenîn ê di pevçûnên bi hêzên îşxalker re şehîd bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di saetên sibehê de li başûrê Cenînê di encama gulebarana hêzên dagirker de 2 ciwanên bi navê Muhammed Omer Mihemed Zakarna (23) û Meruh Yasir Ratib Huzaymiye (19) şehîd bûne.
Di qeydên vîdyoyî de dema ku buldozerek hêzên îşxalker termê şehîdekî ji şikeftekê li devereke çiyayî li bajarokê Masiliya li başûrê Cenîn radike û piştre bi awayekî xirab li cenaze dike.
Li gorî çavkaniyên herêmî bûyer li herêma çiyayî ya li havîngeha Masiliya li başûrê Cenînê pêk hatîye. Yekîneyeke taybet a îşxalê derbasî herêmê bû û du şervanên berxwedanê di şikeftekê de dorpêç kirin. Piştre pevçûnên çekdarî rû dan.
Hêzên îşxalker fuzeyên “energa” avêtin herêma dorpêçkirî.
Her wiha hêzên taybet ên girêdayî dagirkeriyê li bajarokê Kabatiye yê li başûrê Cenînê malek li qada Endezyaran dorpêç kirin û 2 ciwanên bi navê Muhammed Turkî Kamil û Fîras Ebû Reb girtin.
Îşxalkeran êrîşên xwe yên li ser taxên Kabatiye û Masiliya yên Cenînê zêde kirin, ji qereqolên Celemme û Dotanê hêz şandin.
Sîyonîstên îşxalker êrîşên xwe yên ser bajarê Cenîn û kampa penaberan di roja 86emîn de didomînin. Di vê heyamê de 40 kes şehîd ketine; Du ji wan bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser a Filistînê hatin kuştin. Bajar bi îxlalkirinên tund ên mafên mirovan, zêdebûna êsîr û dorpêçkirina di bin dorpêçek tund de rû bi rû ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.