Li Efxenistanê depoyeke çek û teqemenîyan hat bidestxistin
Hêzên Efxenistanê li Baglanê depoyeke çek û teqemeniyan bidestxistin.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a fermî ya Baxtar, hêzên ewlehiyê yên Efxenistanê li wîlayeta Baglan a bakurê welat dest danîn ser hejmareke girîng ji çek û teqemeniyan.
Di raporê de hate gotin ku personelên ewlehiyê, li ser bingeha îstîxbarat û agahîyekê, li derdora navçeyên Bano, Dih Salah û Puli Hisar rêze operasyonên hedefgirtî dane destpêkirin.
Li gorî agahiyan, di operasyonê de 10 çekên AK-47, çar çekên mitralyozî, pênc demençe, bombeyên destan, gelek cebilxane û alavên leşkerî yên cûrbecûr hatine desteserkirin.
Nehat eşkerekirin ka gelo di derbarê tiştên desteserkirî de şikdar hatine binçavkirin an na.
Rayedaran dubare kir ku polês ew ê qaçaxçîtî, veguhastin, an xwedîkirina cebilxane an alavên leşkerî yên bê destûr qebûl neke. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî ragihand ku di êrîşên mûşekî yên Rûsyayê yên li ser 12 herêman, du kes mirine û 34 kesên din jî birîndar bûne.
Di êrîşeke li ser du otobûsên rêwîyan li bakurê Nîjerê de, 12 kes hatin kuştin.
Hêzên Deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku çar keştîyên ku barhilgirên petrolê di navbera keştîyan de li bakurê Kendava Farisê vediguhezînin di heman demê de rastî lêdanan hatin.