Li Emrîkayê bablîsok tesîrdar bû: 1 mirî, 10 birîndar

Li orte û başûrê Emrîkayê ji ba û bablîsokê kesekî mir, 10 kes jî birîndar bûn.
Ba û bablîsokên ku li wîlayetên Arkansas, Illinois, Indiana, Missouri û Mississippiyê tesîrdar bûn, xetên ceryanê xistin xwarê, vagonên trênan ji rê derxistin û wesayîtan pekandin. Bi ba û bablîsokê banê xanîyan firîyan û derdor bû wek meydana herbê.
Rayedarên Dewrîyeya Rêya Wîlayeta Missouriyê, daxuyand ku mirovek mirîye. Li Arkanasê 4, li Kentuckyê 4, li Indianayê jî 2 kes birîndar bûn.
Ji bo herêmekî ku ji Texasê heta Ohioyê û ji Kentuckyê heta Tennesseeyê firehtir re jî hişyarîya bablîsokê hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 886 kesan û 115 hezar û 875 kes jî birîndar bûn.
Hereketa Ensarullaha Yemenê ragihand ku, di çarçoveya destek dayîne berxwedana Xezzeyê de wargeheke leşkerî ya siyonîst a li Tel Avîvê û keştîyeke herbê yê bi navê “Truman”ê ya Emerîkayê ya li Behra Sor hedef girtin.
Hejmara şehîdên qetlîama Şuciyeyê ya ku îro danê sibê ji aliyê hêzên îşxalker ên siyonîst ve hat kirin, 8 ji wan zarok derket 35an. Lêgerîna kesên di bin xirbeyan de winda bûne berdewam dike.
Yekitiya Alimên Filistînê ji bo silavkirina berxwedan û sebira li Xezzeyê û li dijî zilmê bibin yek ji hemû Misilmanan vexwend ku şeva înê saet di 22:00 de ji ku derê lê bin, tekbîra bînin.