Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 50 hezar û 886 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 886 kesan û 115 hezar û 875 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 40 şehîdên din jî ji nexweşxaneyan re hatin anîtin û bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 50 hezar û 886 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji 18ê Adarê û vir ve ku dagirkeran agirbest binpê kir, hejmara şehîdan gihiştiye 1 hezar û 522 kesan û hejmara birîndaran jî gihiştiye 3 hezar û 834 kesan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 40 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 50 hezar û 886 kes şehîd bûn û 115 hezar û 875 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hikûmeta Lêkirin û guherîna li Yemenê, destnîşan kir ku êrîşên Emrîkayê ya li dijî Bendera Ras Îsa “sûca herbê” ye, bal hat kişandin ku ev êrîş ji bo destekdayîna ji rejîma sîyonîst re hatîye kirin.
Artêşa Emrîkaya îşxalker, hinek baregehên xwe yên li bakûrrojhilata Sûrîyeyê digre û hejmarê leşkerên xwe kêm dike.
Rêxistona Koç a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir hejmarê mirovên ji ber pevçûnan ji Faşîra wîlayeta Darfura Bakur ji cîhê xwe hatine kirin û di Kampa Zamzamê de dijîn 332 hezarî zêdetir in.
Êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê bênavber berdewam dike. Di seatên serê sibehê re sîyonîstan êrîşî bajaroka Benî Sûheylaya Xan Yûnisê kirin, di êrîşê de 10 Filistînî şehîd bûn.