Li Kolombîyayê qereqola polêsan hat hedefgirtin: 2 mirî, 24 birîndar

Li herêma Huilaya Kolombîyayê li dijî qereqolekî polêsan êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Kolombîyayê, diyar kirin ku li bajara La Plataya ku girêdayê herêma bireveberîya Huilayê ye, motorbisiqleta ku bombe li ser hebû û li ber qereqolê hatibû dayîn hat teqandin.
Di encama bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku piştî êrîşê ji herêmê re gelek leşker hatin sewqkirin.
Wezîrê Parastina Kolombîyayê Pedro Sanchez Suarez, diyar kir ku êrîş ji teref Hêzên Çekdar ê Şoreşa Kolombîyayê ve hat lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.