Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 33 kes mirin
Li wîlayeta Zamfara ya Nîjeryayê, di pevçûnekê de ku piştî êrîşa çeteyên çekdar a li ser gundekî derket, 33 kes hatin kuştin.
Li gorî raporên medyaya neteweyî, hejmareke mezin ji zilamên çekdar ên li ser motorsîkletan ketine gundekî li herêma Gummi ya wîlayeta Zamfara, û heywanên ku ji wargehên nêzîk dizîbûn hilgirtine.
Di pevçûnên ku dema gundiyan û hêzên ewlehiyê yên herêmî li dijî êrîşkaran bersiv dan de derketin, 30 çete hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Di pevçûnê de sê gundî hatin kuştin û çar jî birîndar bûn.
Nîjerya demek dirêj e ku ji deverên cûda yên welat êrîşên çeteyên çekdar lê tên kirin.
Her çiqas revandin li welat bi mirinê were cezakirin jî, revandina bi daxwaza fîdyeyê hêna jî bûyerên pir caran pêk tên.
Kesên çekdar bi gelemperî li bakurê welat gund, dibistan û rêwîyan hedef digirin û fîdye dixwazin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Her ku hejmartina dengan di hilbijartinên li deverên îşxalkirî yên Filistînê de berdewam dike, bloka ku Serokwezîrê qaşo Binyamîn Netanyahu, li gorî encamên destpêkê di pêşengiya reqîbên xwe de ye.
Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê bi girtina sê dosyayên cuda yên derbarê Herêma Kurdistanê de, serîlêdana ji bo hilweşandina dema parlamentoyê red kir; biryara derbarê giliya li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî xist 14ê Kanûna Pêşîn a 2026an.
Li Qelandiye û Ebû Dîsê du Filistînî di êrîşên sîyonîstan de birîndar bûn.
Di êrîşên li ser deverên cuda yên Şerîda Xezzeyê de heft Filistînî ku di nav wan de keçek biçûk bû hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.