Li Nîjeryayê pevçûn: 56 kes mirin

Hat ragihandin ku li wîlayeta Benue ya navenda Nîjeryayê di êrîşên ku ji teref şivanên çekdar ve hatin kirin de herî kêm 56 kes mirin.
Waliyê Benue Hyacinth Alia got danê sibehê 27 cesedên din li herêma Logo hatin dîtin.
Di daxuyaniya berê de, polîsan hejmara kuştiyan 17 ragihand.
Walî her wiha got ku li hin cihan li Ukumê termên nû hatine dîtin û hejmara miriyan gihiştiye 29 kesan û wiha got: "Em behsa mirina 56 kesan di şevekê de dikin. Bi rastî ev wêneyek wêranker e."
Sêşema borî, 11 kes li devera Otukpo ya Benue û zêdetirî 50 kes jî li wîlayeta Plateau ya cîran şeva Duşemê ji alîyê çekdaran ve hatibûn kuştin.
Li navçeya Gbagir a Ukumê danê sibê 5 cotkar bi guleya şivanan hatin kuştin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Vatîkan, daxuyand ku serokê cîhana katolîkan Papa Franciscus vê sibehê di seat 07.35an de di mala xwe ya ku li Casa Santa Martayê ye de mirîye.
Ji ber êrîşên rejima sîyonîst û bomberdmanên giran li Xezzeyê krîza însanî her roj ku diçe kurtir dibe. UNRWA, daxuyand ku bi dehhezaran sîvîlên xwe sipartine 115 navendan ji lazimatîyên bingeh mehrûm in.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMAS, derheqê êrîşên sîyonîstên îşxalker ên li ser Libnanê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de êrîşên ku bi taybetî sîvîlan û endamên artêşê hedef digrin bi zimanekî dijwar şermezar kir.
Li Sanaya peytexta Yemenê di êrîşa balafirên EMrîkaya îşxalker de ku li bazarê pêk anît, herî kêm 12 sîvîl şehîd bûn, 30 kes jî birîndar bûn.