Li Ukraynayê rêveberîya awarte ji bo 3 mehên dinê jî hat dirêjkirin

Rêveberîya awarte ya li Ukraynayê ku ji ber herbê hatibû îlankirin heta 7ê Tebaxê hat dirêjkirin.
Herba ku di Sibata 2022yan de di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dest pê kiribû, di roja hezar û 147emîn de berdewam dike, ji ber vê yekê rêveberîya awarte jî ji bo 3 mehan hat dirêjkirin.
Di hevdîtinên ku di Parlamentoya Ukraynayê de hatin lidarxistin de, biryar hat dayîn ku rêveberîya awarte heta meha Tebaxê hat dirêjkirin, ev biryar jî bi dengdayîna erênî ya 357 kesan ve hat qebûlkirin.
Bi vê biryarê rêveberîya awarte, ew ê heta 7ê Tebaxê berdewam bike.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî, di 24ê Sibata 2022yan de rêveberîya awarte îlan kiribû.
Biryara rêveberîya awarte, heta niha 14 caran hat dirêjkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.