Li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de 21 şehîd, 64 birîndar

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê ve hat belavkirin, rejima sîyonîst di nav 24 seatên dawîn de 21 kesan şehîd kir, 64 kesan jî birîndar kir.
Êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê bênavber berdewam dike, di nav 24 seatên dawîn de 21 Filistînî şehîd bûn, 64 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di encama êrîşan de heta niha 50 hezar û 933 kes şehîd bûn, 116 hezar û 45 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîyê, ji 18ê Adara 2025an vir ve jî 1.563 Filistînî şehîd bûn, 4 hezar û 4 kes jî birîndar bûn.
Li nexweşxaneyan di bin bomberdmanên dijwar de ne amûrên tibbî ber bi dawîbûnê ye, berdewamkirina hedefgirtina sîvîlan jî krîza însanî her roj ku diçe zêde dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên êrîşên ku ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hatine kirin di 24 saetên dawî de 39 kes zêde bû û derket 50 hezar û 983an.
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku wan balafireke bêmirov a ji tîpa MQ-9 (UCAV) ya Emrîkayê ya îşxalker bi fuzeyên berevaniya esmanî ya ku li navxwe çêkirî xist xwarê. Ev 19emîn balafira bêmirov a MQ-9 bû ku di micadeleya "Fetha Soz û Cîhada Pîroz" de hat xistin.
Li başûrrojavaya Çînê di dikanekî de şewat derket, di encamê de 8 kes mirin.
Tûgayên Qessam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye ragihand ku wan li Refahê malekî ku leşkerên sîyonîst di nav de bûn teqandine û leşkerên di nav de mirine û birîndar bûne.