Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 219an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 59 hezar û 219an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 143 hezar û 45 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 134 şehîd û 1555 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 8 hezar û 363 kes şehîd bûn, 31 hezar û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), Daxuyanîya naskirina Dewleta Filistînê ya ji teref Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibû daxuyandin bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew amadekariyan dikin ku Filistînê wek dewlet nas bikin.
Berpirsê HAMASê Teysir Suleyman, ji kesên ku tevger û berxwedanê ji ber mirinên li Xezzeyê sûcdar dikin re bertek nîşanî da û got, "Ger berxwedan teslîm bibe, dibe ku ew bikaribin bixwin, lê serê wan ew ê were jêkirin! Armanca îsraîlê ev e: Ger hûn nikaribin berxwedanê têk bibin, gelê wan bikujin. Bi birçîbûn û dorpêçkirinê wan bînin ser çokên wan."
Tê ragihandin ku têkilîya bi Hanzala, ku keştiyeke girêdayî Koalîsyona Fîloya Azadiyê ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê ber bi Xezzeyê ve diçû, qut bûye.