Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 50 hezar û 944 kesan

Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 944 kesan û 116 hezar û 156 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê yê Xezzeyê bi daxuyanîya ku belav kir got ku di encama êrîşên 24 seatên dawî de neaşên 11 şehîdên din jî ji nexweşxaneyan re hatin anîtin û bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li Xezzeyê şehîd ketin derket 50 hezar û 944 kesan.
Di 19ê Kanûna 2025an de di encama rêkeftina di navbera HAMAS û rejîma îşxalker de agirbest hatibû îmzekirin.
Wezareta Tenduristiyê ragihand ku ji 18ê Adarê û vir ve ku dagirkeran agirbest îxlal kir, hejmara şehîdan gihiştiye 50 hezar û 944 kesan û hejmara birîndaran jî gihiştiye 116 hezar û 156 kesan.
Di 24 saetên dawî de bi giştî 11 cenazeyên şehîdan rakirin nexweşxaneyan.
Ji meha Cotmehê heta niha di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê de 50 hezar û 944 kes şehîd bûn û 116 hezar û 156 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara şehîdên êrîşên ku ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hatine kirin di 24 saetên dawî de 39 kes zêde bû û derket 50 hezar û 983an.
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku wan balafireke bêmirov a ji tîpa MQ-9 (UCAV) ya Emrîkayê ya îşxalker bi fuzeyên berevaniya esmanî ya ku li navxwe çêkirî xist xwarê. Ev 19emîn balafira bêmirov a MQ-9 bû ku di micadeleya "Fetha Soz û Cîhada Pîroz" de hat xistin.
Li başûrrojavaya Çînê di dikanekî de şewat derket, di encamê de 8 kes mirin.
Tûgayên Qessam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye ragihand ku wan li Refahê malekî ku leşkerên sîyonîst di nav de bûn teqandine û leşkerên di nav de mirine û birîndar bûne.