Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 50 hezar û 983an

Hejmara şehîdên êrîşên ku ji 7ê Cotmeha sala 2023an vir ve ji teref sîyonîstên îşxalker ve li ser Xezzeyê hatine kirin di 24 saetên dawî de 39 kes zêde bû û derket 50 hezar û 983an.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawîn da ji ber êrîşên sîyonîstên îşxalker 39 şehîd û 118 birîndar rakirin nexweşxaneyên li Xezzeyê.
Hat ragihandin ku di êrîşên artêşa îşxalker a ji 18ê Adarê vir ve piştî ku agirbesta di 19ê Çileyê de li Xezzeyê hatibû îmzekirin şikand, hezar û 613 kes şehîd bûn û 4 hezar û 233 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di êrîşên îşxalkeran ên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li ser Xezzeyê hatine kirin de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 983yan û hejmara birîndaran jî derket 116 hezar û 274an. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.