Li Xezzeyê yek rojnamevanek 7 Filistînî şehîd bûn

Di êrîşa siyonîstên ku li Beyt Lahiya bakurê Xezzeyê malek kirin hedef de, ji heman malbatê 6 kes û rojnamevan Ehmed Mensûr ku berê birîndar bûbû şehîd bûn.
Êrîşên asimanî yên rejîma siyonîst ser Xezzeyê îro danê sibê careke din qurbanî dan.
Di êrîşa ku li Beyt Lahiyê malek hat kirin de 6 sivîlên Filistînî şehîd bûn, rojnamevan Ehmed Mensûr jî ku rojek berê di êrîşa li dijî rojnamegeran de bi giranî birîndar bûbû jî canê xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezzeyê, rojnamevan Ehmed Mensûr di encama êrîşa hewayî ya li ser konê rojnamegeran ku li nêzî Tesîsa Tenduristiyê ya Nasir hatibû vedan bi giranî birîndar bû.
Tevî hewldanên tibbî, Mensûr îro danê sibê ji ber şewatên kûr û birînên giran şehîd bû.
Di heman pêla êrîşan de ji heman malbatê 6 kesên din jî di encama bombebarankirina mala malbata Ayiş a li Beyt Lahiyê de şehîd bûn.
Bi bîr xist ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va êrîşên li ser Xezzeyê bênavber dewam dikin, rayedaran ragihandin ku heta niha 50 hezar û 752 Filistînî ku piraniya wan zarok û jin in şehîd bûne û 115 hezar û 475 kes jî birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku ekîbên tenduristiyê hê jî nekarîne xwe bigihînin gelek kesên di bin xirbeyan de mane û dibe ku hejmara miriyan zêdetir be. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.