Li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de 21 şehîd, 64 birîndar

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê ve hat belavkirin, rejima sîyonîst di nav 24 seatên dawîn de 21 kesan şehîd kir, 64 kesan jî birîndar kir.
Êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê bênavber berdewam dike, di nav 24 seatên dawîn de 21 Filistînî şehîd bûn, 64 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîya Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di encama êrîşan de heta niha 50 hezar û 933 kes şehîd bûn, 116 hezar û 45 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyanîyê, ji 18ê Adara 2025an vir ve jî 1.563 Filistînî şehîd bûn, 4 hezar û 4 kes jî birîndar bûn.
Li nexweşxaneyan di bin bomberdmanên dijwar de ne amûrên tibbî ber bi dawîbûnê ye, berdewamkirina hedefgirtina sîvîlan jî krîza însanî her roj ku diçe zêde dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Hîndistanê di febrîqeyekî agizbazê de teqîn çêbû, di encama teqînê de şewat jî derket û li gorî diyarîyên ewil 8 kes mirin, 7 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 944 kesan û 116 hezar û 156 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Taybet a Bedexşana Çîyayî ya Tacîkistanê di seatên serê sibehê de di mezinahîya 5,8an de erdhejek pêk hat.
Li Myanmarê di 28ê Adarê de di mezinahîya 7,7 û 6,4an de du erdhejên mezin çêbûn, hejmarê mirîyan jî derket 3 hezar û 689an.