Li Xezzeyê rojnamevaneke dinê jî hat qetilkirin

Sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê êrîşên nû pêk anîtin, di encama êrîşê de rojnamevaneke dinê jî ku navê wê Fatma Hasuneye hat qetilkirin.
Li gorî xebera WAFAyê, artêşa îşxalê li Taxa Tuffaha Xezzeyê mala malbata Hasuneyê bomberdman kirin, di encamê de Fatma Hasune jî ku rojnamevan e canê xwe ji dest da.
Ofîsa Medyaya hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku artêşa îşxalê ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Xezzeyê 212 rojnamegeran qetil kir.
Balafirên herbê yên rejima îşxalker li Taxa Tuffaha Xezzeyê mala malbata Hasuneyê hedef girt, di encama hedefgirtinê de 10 kes şehîd bûbûn.
Artêşa îşxalê, agirbesta ku di 19ê Çileyê de ketibû merîyetê di 18ê Adarê de xera kiribû û bi êrîşên dijwar dest bi qetlîam û qirkirina xwe kir, di encama wan qetlîam û qirkirinê de 1652 kes şehîd bûn û 4 hezar û 391 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.