Michîdên Qessam Xaniyek li Xezzeyê ku îşxalker tê de bûn teqandin

Tûgayên Qessam ku baskê leşkerî yê HAMASê ye ragihand ku wan li Refahê malekî ku leşkerên sîyonîst di nav de bûn teqandine û leşkerên di nav de mirine û birîndar bûne.
Tûgayên Qessam li ser kanala xwe ya Telegramê daxuyaniyeke kurt da û ragihand ku micahîdan hêzeke taybet a sîyonîst ku doh ketine navçeya Ebû El-Rûsa li rojhilatê bajarê Refahê, wan di nav malekî de teqandin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama çalakiyê de leşkerên îşxalker hatine kuştin û birîndar bûne.
Operasyona Qessam bû yekem pevçûna rasterast piştî ku îşxalkeran di 2ê Adarê de agirbest şikand, xalên derbasbûnê girtin, rê li hatina alîkariyên mirovî û pizîşkî girtin û di 18ê Adarê de bi êrîşên hovane şerê qirkirinê ji nû ve dest pê kir.
Siyonîstên ku bi piştgiriya bêsînor a Emrîkayê ji 7ê Cotmeha 2023an vir va li Xezzeyê qirkirinê dikin, zêde ji 167 hezar Filistînî ku piraniya wan zarok û jin in şehîd û birîndar bûne û zêdeyî 11 hezar kes jî winda ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.