Neteweyên Yekbûyî ji êrîşên rejîma îşxalker ên li ser Xezzeyê re bersiveke tund da

Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Filistînê Albanî bertekek tund nîşanî rejîma îşxalker a ji bo qirkirina Xezzeyê da.
Raportorê Taybet ê NYê yê Filistînê Albanese got : "Qanûna navneteweyî ya ku îsraîl dike qedexe dike. Ev ne şer e, êrîşeke qirkirinê ye."
Albanese diyar kir ku rewşa niha ya li Xezzeyê wêranker e û wiha dewam kir: "Ji sedî 90ê şênîyên Xezzeyê ji ber bêewlehîya avê dijîn û ji xwarin û dermanan bêpar in. Ji bilî bombebarana berdewam a artêşa îsraîlê, sivîlên li herêmê rastî îstismara fîzîkî, derûnî û zayendî tên."
Albanese ji ber operasyonen li Xezzeye û astengkirina alikariyen navneteweyi, Ajansa alikariye û xebate ya ji bo penaberen Filistine yen li rojhilata nêzîk (UNRWA) rexne kir û wiha got: "îsraîl bi eşkere alîkarîya însanî red dike."
Albanese got, "îsraîl ne tenê gihandina alîkariyên mirovî tawîz dide, ew bi rastî jî wê red dike. Hikûmeta îsraîlî di derbarê rehîneyan de, her çend îsraîlî jî wisa difikirin, ti fikreke zelal li ser rehîneyan nîne. Hikûmeta îsraîl dixwaze herêmên Filistînê bêyî Filistîniyan feth bike. Ev paqijkirina etnîkî ye. îsraîla ku dewleteke apartheîdê ye, nabe ku wek dewleteke normal bê dîtin."
Albanese wiha got: "Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî biryar da ku îsraîl hebûna xwe ya leşkerî ji herêmên Filistînê yên îşxalkirî vekişîne, wargehên ku li van herêman hatine avakirin vala bike û kontrola xwe ya li ser av, ax û çavkaniyên din ên xwezayî yên gelê Filistînê bi dawî bike."
Ev biryar tedbîreke qanûnî ya xurt e li dijî îşxalkerîya îsraîlê, ji ber ku mafên Filistîniyan li ser ax û çavkaniyên wan nas dike. Lê belê ev rewş her tim ji teref îsraîlê ve tê îxlalkirin. Alîkarîya mirovî ji aliyê qanûnê ve pêwîst e û îsraîl ne tenê gihandina wê dixe talûkeyê, ew bi eşkere û bi rastî jî red dike."
Albanese, diyar kir ku ji bo çareseriya du dewletî ya ji aliyê civaka navneteweyî ve weke tekane çareserî tê pêşkêşkirin divê Filistînî li ser van axan bin û got, "Eger Filistînî li ser wan axan nebin, du dewlet nikarin hebin. Ji bo min wekî Ewropî, wekî Îtalîyekî, ev trajediyek e. Em hîn jî nîjadperest in, bi heman îsraîlî re du standardên çareseriyê hene. Vetokirina her cure têkiliyan erê ji bo diyalogê ye, lê ne mecbûr in ku bikevin nava têkiliyên bazirganî, leşkerî û stratejîk." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Seferên ji Sûrîyeyê ber bi Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ve piştî 13 salan dîsa dest pê kirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukrayna digel agirbesta demkî êrîşên xwe didomîne.
Li Lubnanê di encama teqîna cebilxaneyeke leşkerî de 3 kes mirin.
Di êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst de hejmarê şehîdan derket 51 hezar û 201 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 116 hezar û 826 kesan.