Norveç: Êrîşên îsraîlê yên li ser Îranê ne li gorî hiqûqa navneteweyî ye

Rayedarên Wezareta Karên Derve yê Norveçê, bal kişand ku êrîşên rejima sîyonîst a li ser Îranê gelek bitalûke ye û hiqûqa navneteweyî jî îxlal dike. Li Tel Avîvê jî ji mala Sefîrê Norveçê re bombeyên destan hatin avêtin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Norveçê Andres Kravik, daxuyand ku êrîşên hewayî ya rejima îşalker a li ser Îranê hiqûqa navneteweyî îxlal dike û ewlehîya kûrewî û îstîqrara herêmê dike nav talûkeyê.
Kravîk, ji Washington DCê re daxuyanî da û got, “Em nikarin ev tewrên dewletan qebûl bikin. Divê bi lez û bez herdu alî jî vegerin ser maseya mizakereyan û çareserîyekî dîplomatîkî û aştîyane bibînin.”
Bedela herbê girantir dibe
Rejima îşxalker êrîşê tesîsên nukleerî û leşkerî yên Îranê kiribû, Îranê jî dest bi operasyonên tolhildanê kiribû.
Li gorî rayedarên rejima sîyonîst di operasyonên Îranê de herî kêm 25 kes mirine, bi sedan kes jî birîndar bûne. Îranê jî dibêje di êrîşa sîyonîstan de herî kêm 227 kes şehîd bûne, ji hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûne.
Ji xanîya Sefîrê Norveç ê li Tel Avîvê re êrîş hat lidarxistin
Di bin sîya gengeşîyê de, Ji xanîya Sefîrê Norveç ê li Tel Avîvê re êrîş hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê rejima sîyonîst Gideon Saar, li ser medyaya civakî Xê daxuyanîyek parve kir, û îfade kir ku ew bi Sefîrê Tel Avîvê ya Norveçê Egil Selvaag re axivîye û êrîşê jî wek “sûcekî bi ciddî û bi talûke” wesifand.
Di êrîşê de mirî an jî birîndar çênebûn, Wezareta Karên Derve yê Norveçê jî êrîşê rast kir encax derheqê sedema êrîşê de tu agahîyek neda. Polêsê îşxalê jî îfade kir ku êrîş bûye sedema “xesarên biçûk ên meddî” û derheqê bûyerê de tehqîqat dane destpêkirin.
Norveçê, piştî êrîşa rejima îşxalker a ku di 7ê Cotmehê de li ser Xezzeyê dabû destpêkirin du Gulana 2024an de biryara naskirina Dewleta Filistînê girtibû, li hember vê biryarê jî rejima îşxalker statûyên dîplomatîk ên dîplomatên Norveçî rakiribû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gelê Îranê, li dijî destdirêjiya rejîma sîyonîst yekgirtî, li Tehranê û li giştîyê welat meşek hêrs û serkeftinê li dar xist.
Di demekê de ku rejîma sîyonîst êrîşên xwe yên li ser Îranê didomîne, Emrîka û Elmanya 14 balafirên kargoyê yên leşkerî ji bona ku rasterast piştgiriyê bidin artêşa îşxalker şandin axên îşxalkirî. Hejmara giştî ya balafirên leşkerî yên ku ji destpêka êrîşên li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de gihîştine rejîma sîyonîst ji 800î derbas bûye.
Rejima îşxalker li Xezzeyê herba xwe ya qirkirina didomîne. Di roja 95emîn de, herî kêm 95 Filistînîyên ku di nav wan de yên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî hene hatin şehîdkirin. Îşxalkerên sîyonîst, gelê ku dorpêç kirîye bi birçîbûnîyê dixwaze ku tune bike û cîhên ku gel li hêvîya alîkarîyê ne jî hedef digre.
Sîyonîstên îşxalker, di seatên serê sibehê de li dijî El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşeke berfireh da destpêkirin, di êrîşê de herî kêm 30 Filistînîyan êsîr girtin. Di êrîşan de gelek xanî hatin lêgerînkirin, nav malan hatin wêrankirin û hinek Filistînî hatin derpkirin.