NY, bal li ser krîza li Sûdanê kişand

Rêxistona Koç a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir hejmarê mirovên ji ber pevçûnan ji Faşîra wîlayeta Darfura Bakur ji cîhê xwe hatine kirin û di Kampa Zamzamê de dijîn 332 hezarî zêdetir in.
Rêxistona Koç a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku, ekîbên wan, ji 13ê Nîsanê vir ve koça ku ji Faşîra wîlayeta Darfura Bakur ji cîhê xwe hatine kirin û di Kampa Zamzamê de tê jîyandin di nêz de muşahede dikin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 332 hezar û 25 kesên ku 66 hezar û 405 malbat in, ji herêmên li wîlayetên Darfura Orte û Bakur re gihaştine.
Hêzên Destek a Bi Lez (HDK), di 12ê Nîsanê de, êrîşên xwe yên li dijî Faşîrê zêde kiribû.
HDK, daxuyandibû ku ew di 13ê Nîsanê de kontrola Kampa Penaberên Zamzamê bidestxistine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.