NY: Piştî agirbestê herî kêm 71 sîvîl li Libnanê hatin şehîdkirin

Ofîsa Mafên Însanan ê NY, daxuyand ku li Libnanê digel agirbestê rejima îşxalker êrîşên xwe didomîne. Ji 27ê Mijdarê vir ve herî kêm 71 sîvîl hatin şehîdkirin.
Komîsertîya Bilind a Mafên Însanan ê Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku rejima îşxalker li Libnanê digel agirbestê êrîşên xwe didomîne.
Berdevkê Komîsertîyê Thameen Al-Kheetan di civîna hefteyane de axivî û daxuyand ku rejima îşxalker ji 27ê Mijdarê vir ve ku qaşo agirest hatîye îlankirin li Libnanê herî kêm 71 sîvîlan şehîd kirîye.
Al-Kheetan, destnîşan kir ku di nav şehîdan de 14 pîrek û 9 jî zarok hene. Li herêmê jî ji ber êrîşan endîşeya ewlehîyê heye û hêna jî ji 92 hezarî zêdetir însan nikarin vegerin malên xwe.
Al-Kheetan, anît ziman ku rejima îşxalker êrîşên xwe didomîne, ev rewş jî îxlalkirina hiqûqa însanî ya navneteweyî ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.