Qessam li Refah û Dêr Belehê êrîşî sîyonîstan kir: 8 birîndar

Tûgayên Qessam li bajarê Dêr el-Belah ê navenda Xezzeyê bi roketek Yasin-105 wesayîteke zirxî ya îşxalkeran hedef girtin. Li Refahê, di kemîneke ya bi mayînan de efserek û du leşker birîndar bûn.
Artêşa rejîma sîyonîst li navenda Xezzeyê rastî derbeyeke nû hat. Tûgayên Qessam li nêzîkî çarrêya Ebû Hulîya li başûrê rojhilatê Dêr Belehê, wesayîteke zirxî ya personelan bi rokêteke dijî tankan a Yasîn-105 xistin.
Piştî operasyonê, medyaya îşxalker ragihand ku pênc leşker ku du ji wan di rewşeke giran de ne birîndar bûne. Li gorî agahiyan, birîndar bi helîkopterên leşkerî ji cihê bûyerê hatine derxistin.
Berdevkê artêşa îşxalker ragihand ku di teqîna teqemeniyê de li Refahê fermandarekî yekîneyê û leşkerekî ji yekîneya endezyariya şer a tûgaya başûr a Firqeya Xezzeyê bi giranî û leşkerekî din jî bi sivikî birîndar bûne.
Di heman demê de, hate ragihandin ku leşkerek ji Tûgaya Golanî, yek ji yekîneyên elît ên artêşa sîyonîst e, di kemînekê de ku şervanên berxwedanê li navenda Xezzeyê danîbûn, birîndar bû.
Di pevçûnên roja berê de, du leşkerên îşxalker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn, hinek ji wan rewşa wan giran in.
Li gorî daneyên artêşa sîyonîst, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara leşkerên ku di êrîşên bejayî yên li ser Xezzeyê de mirine gihîştiye 451an û windahiyên leşkerî yên giştî jî gihîştine 895an. Hejmara leşkerên birîndar jî gihîştiye 6 hezar û 108an, ku 2 hezar û 803 ji wan di şerên bejayî de birîndar bûne.
Lêbelê, rejîma sîyonîst ku sansura leşkerî ferz dike, windahiyên xwe yên rastîn vedişêre. Pispor diyar dikin ku hejmarên hatine ragihandin rastiyê nîşan nadin û hejmara miriyan pir zêdetir e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), Daxuyanîya naskirina Dewleta Filistînê ya ji teref Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibû daxuyandin bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew amadekariyan dikin ku Filistînê wek dewlet nas bikin.
Berpirsê HAMASê Teysir Suleyman, ji kesên ku tevger û berxwedanê ji ber mirinên li Xezzeyê sûcdar dikin re bertek nîşanî da û got, "Ger berxwedan teslîm bibe, dibe ku ew bikaribin bixwin, lê serê wan ew ê were jêkirin! Armanca îsraîlê ev e: Ger hûn nikaribin berxwedanê têk bibin, gelê wan bikujin. Bi birçîbûn û dorpêçkirinê wan bînin ser çokên wan."
Tê ragihandin ku têkilîya bi Hanzala, ku keştiyeke girêdayî Koalîsyona Fîloya Azadiyê ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê ber bi Xezzeyê ve diçû, qut bûye.