Qessam operasyonekî “Şûr Sikest” li dar xist: Sîyonîstan derbeyekî giran girtin

Tûgayên Îzzeddîn El Qessam, derheqê operasyonekî ku li dijî sîyonîstan lidarxisitn de hûrgilîyan parve kir. Micahîdên Qessam bi navê “Şûr Sikest” operasyonekî ku kemîn e û tevlîhev e li dar xistin, di vê kemînê de sîyonîst derbeyekî giran girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Qessam ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku wesayîtekî leşkerî ya bi navê “Storm”ê bi fuzeyên dijîtankê hedef girtine, hat îfadekirin ku ev wesayît aîdê Tûmena Xezzeyê û îstîxbaratê ye, di encamê de tank hedef girtîye û îşxalkerên di nav de hatine bêtesîr kirin.
Hat destnîşankirin ku ji hêza ku ji bo destekdayînê hatîye re jî bi mayîna dijî personela bi navê “Televîzyon-3”yê hedef girtine û di encamê de gelek sîyonîst hatine kuştin û birîndarkirin.
Şervanên berxwedanê, mewzîyekî ku îşxalkeran wê mewzîyê nû vekiribûn hedef girt. Mewzû bi çar RPGyê hatin hedefgirtin, di heman demê de topên hewanê jî ji wan re hatin avêtin.
Tûgayên Îzzeddîn El Qessam bal kişand ku ev operasyon nîşana hakimîyeta sehayê û ezma herbê ya micahîdan e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Seferên ji Sûrîyeyê ber bi Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ve piştî 13 salan dîsa dest pê kirin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukrayna digel agirbesta demkî êrîşên xwe didomîne.
Li Lubnanê di encama teqîna cebilxaneyeke leşkerî de 3 kes mirin.
Di êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst de hejmarê şehîdan derket 51 hezar û 201 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 116 hezar û 826 kesan.