Rûsya êrîşî Ukraynayê kir: 2 mirî, 54 birîndar

Kîev a paytexta Ukraynayê, bi şev bû hedefa êrîşên balafirên bêmirov û mûşekan ên Rûsyayê. Herî kêm 2 kes mirin û 54 kes jî birîndar bûn.
Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de didome. Hat ragihandin ku Rûsyayê êrîşên berfireh li ser paytexta Ûkraynayê Kîevê pêk anî.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko ragihand ku di encama êrîşan de herî kêm 2 kes mirine û 54 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê, êrîşan di saetên şevê de gelek herêmên cuda kirine hedef. Di encama êrîşên bi balefirên bêmirov, fûzeyên rêberî û balîstîk de, li bajêr gelek şewatên niştecihan derketin. Wesayît û avahiyên bazirganî jî zirareke mezin dîtin.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê Tymur Tkaçenko diyar kir ku li hin deveran parçeyên fuze û dron hatin dîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên hewayî yên çeteyên îşxalker ên li ser noqteyên cuda yên Xezzeyê de jin û zarok jî di nav de 13 Filistînî şehîd bûn.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Serî ragihand ku wan bi fuzeya balîstîk a hîpersonîk li Heyfaya îşxalkirî û bi dronê jî li Yafayê operasyon pêk anîn.
Li Keşmîra ku di bin îşxala Hîndistanê de ye, komên çekdar êrîşî geştyaran kirin, di encama êrîşê de herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dan.