Rejîma îşxalker li ser axa Sûrîyeyê di rewşa heyî de berdewam dike
Rejîma îşxalker di serdegirtina gundê Breyka yê berê li gundewarê Quneytrayê yê Sûrîyeyê de ciwanek revand û ew bir Bilindahiyên Golanê yên ku di bin dagirkeriyê de ne.
Rejîma îşxalker li gundewarê Quneytrayê li başûrê Sûrîyeyê serdegirtin û desteserkirinên xwe didomîne. Di serdegirtina li gundê Breyka yê berê de ku çar wesayîtên leşkerî tê de bûn, ciwanek hate desteserkirin.
Rejîma îşxalker ket gund û li malên hinek sivîlan geriya. Xortê ku dema dron li ser herêmê difiriyan hatibû girtin, birine Bilindahiyên Golanê yên ku ji aliyê îşxalkeran ve hatine îşxalkirin.
Li gorî agahiyan, rejîma îşxalker di rojên borî de sê ciwanên ku li rojavayê gundê Seyda Golan li gundewarê Quneytrayê pez diçêrandin girtine û nehiştiye ku cotkar li herêma hewza Yermûkê ya li rojavayê Derayê di zeviyên xwe de bixebitin.
Rayedarên Sûrîyeyê diyar dikin ku kiryarên rejîma îşxalker li herêmê îxlalkirina qanûnên navneteweyî ne û bang li civaka navneteweyî dikin ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û ji bo vekişîna rejîma îşxalker ji herêmê tedbîran bigirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yahya Serî ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Xalid li Riyadê bi mûşekek balîstîk û Baregeha Hewayî ya Xemîs Muşît jî bi droneyekê hatiye hedefgirtin.
Li herêma Pencap a Pakistanê trên ji rêya xwe ya hesinî derket, di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Pêçîya Celîl a nêzê sînora Lubnanê teqînek pêk hat, li gorî diyarîyên ewil di encama teqînê de çeteyek îşxalker mir, 20 kes jî birîndar bûn.