Rejîma sîyonîst du nexweşxaneyên li Nablusê dorpêç kirin

Li gorî agahiyan, li Nablusê, îşxalkeran Nexweşxaneyên Taybet ên Refîdiye û Erebî dorpêç kirine, deriyên awarte girtine û ambulansan rawestandine. Ew ji bo zextê li nexweşxaneyan bikin bombeyên deng bikar tînin, û rageşiyê li bajêr zêde dikin.
Hêzên rejîma sîyonîst Nexweşxaneya Dewletê ya Refîdiye û Nexweşxaneya Pispor a Erebî li bajarê Nablusê yê Şerîeya Rojava ya îşxalkirî dorpêç kirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFA, di serdegirtina şeva Sêşemê de, hêzên îşxalker bi wesayîtên zirxî derîyê awarte yê Nexweşxaneya Refîdiyeyê girtin û bombeyên deng avêtin dora nexweşxaneyê. Di heman demê de, Nexweşxaneya Pispor a Erebî jî hate dorpêçkirin.
Şahidan ragihandin ku îşxalkeran ambulansên li herêmê rawestandin û lêgerîn kirin, ji ber vê yekê gihîştina xebatkarên tenduristiyê bo nexweşxaneyan dijwar bû. Li avahiyên li dora nexweşxaneyên dorpêçkirî ti serdegirtin an desteserkirin nehat ragihandin.
Ev dorpêçkirina navendên tenduristiyê yên girîng ji bo gelê Filistînê wekî mînakek nû ya pratîkên rejîma sîyonîst tê hesibandin ku rê li ber gihîştina tenduristiyê digire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), Daxuyanîya naskirina Dewleta Filistînê ya ji teref Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibû daxuyandin bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew amadekariyan dikin ku Filistînê wek dewlet nas bikin.
Berpirsê HAMASê Teysir Suleyman, ji kesên ku tevger û berxwedanê ji ber mirinên li Xezzeyê sûcdar dikin re bertek nîşanî da û got, "Ger berxwedan teslîm bibe, dibe ku ew bikaribin bixwin, lê serê wan ew ê were jêkirin! Armanca îsraîlê ev e: Ger hûn nikaribin berxwedanê têk bibin, gelê wan bikujin. Bi birçîbûn û dorpêçkirinê wan bînin ser çokên wan."
Tê ragihandin ku têkilîya bi Hanzala, ku keştiyeke girêdayî Koalîsyona Fîloya Azadiyê ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê ber bi Xezzeyê ve diçû, qut bûye.