Rejîma sîyonîst li Nablûsê gule li ser ciwanekî reşand û wî êsîr girt

Serbazên bi navê rejîma sîyonîst îro danê sibê li Nablusê ciwanek piştî ku teqe li wî kirin, girtin. Hat ragihandin ku Filistînîyekî 86 salî jî ji teref îşxalkeran ve hatiye gulebarankirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên herêmî hatin bidestxistin, hêzên taybet ên girêdayî rejîma sîyonîst avêtin ser maleke malbata Aûda, ciwanê Filistînî yê bi navê Yazan Auda gulebaran kirin û wî êsîr girtin.
Îşxalkeran ji Qereqola Mûrabayê û herêma Et-Tur hêz şandin û di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de rêyên herêmê girtin.
Hat ragihandin ku îşxalkeran caddeya Tel-Tevvabê dorpêç kirine û Filistînîyekî 86 salî gulebaran kirine û Filistînîyê birîndar bi ambûlansa Heyva Sor ji Nexweşxaneya Refîdiyeyê r hat rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.