Rejima sîyonîst li Xezzeyê konan hedef girt: Gelek şehîd hene û di nav wan de zarok jî ne hene

Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêma El-Mewasîya Xan Yûnisê, konên ku Filistînî di nav de diman hatin hedefgirtin.
Di encama êrîşê de ji heman malbatê herî kêm 5 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Hat hînbûn ku rewşa hinek birîndaran giran in. Kona ku hatîye hedefgirtin jî aîdê malbata el-Qadî bûye.
Hat îfadekirin ku li heman herêmê kona malbata Ebû Nede jî hat hedefgirtin û di encamê de 4 Filistînî şehîd bûn. Hat îfadekirin ku di nav şehîdan de du zarok û qîzikekî jî hebûye.
15 zarok birîndar bûn
Di encama hedefgirtina mala malbata Ebû Şemaleyê de jî Filistînîyekî şehîd bû û 20 kes jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin ku ji birîndaran 15 kesê wan zarok in û rewşa hinekan jî giran in.
Li ser Ceddeya Ebû Hasîrayê jî konekî dinê hat hedefgirtin. Li gorî diyarîyên ewil gelek Filistînî şehîd bûn, hinekê wan jî birîndar bûn û rewşa wan giran in.
Van êrîşên ku hatine lidarxistin, di dema ku qala agirbestê tê kirin de hatîye kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Nebraskaya Emrîkayê balafireke biçûk ket nav çem, di encamê de 3 kesên ku di nav balafirê de bûn canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.