Rejima sîyonîst li Xezzeyê xanîyekî hedef girt: 5 jê heman malbatê 7 kes şehîd bûn

Rejima qatil li Xezzeyê malekî hedef girt, di encam êrîşa asîmanî de 5 jê ji heman malbatê tev de 7 kes şehîd bûn.
Êrîşên rejima îşxalker ên li ser Xezzeyê berdewam dikin.
Li Taxa Zeytûna Xezzeyê malekî sîvîlan hat hedefgirtin, di encamê de herî kêm 7 kes şehîd bûn. Hat dîyarkirin ku gelek kes jî birîndar bûn û di nav birîndaran de zarok û pîrek jî hene. Rewşa gelek birîndaran jî giran in.
Li gorî çavkanîyên herêmî, balafirên herbê yên rejima îşxalker, mala malbata Nassara ku li ser Ceddeya Sikkeya Taxa Zeytûnê ye hedef girt. Di êrîşê de ji heman malbatê Abdul Latif Nassar, Naif Abdul Latif Nassar, Amani Abdul Latif Nassar, Rawan Abdul Latif Nassar û Hala Abdul Latif Nassar şehîd bûn.
Çavkanîyên tenduristîyê îfade kirin ku di êrîşa asîmanî de ku li herêmên cuda hatin lidarxistin 43 kes şehîd bûn.
Hat destnîşankirin ku artêşa îşxalê bi taybetî cîhê sîvîlan hedef digre û her roj û saet ku diçe jî hejmarê şehîdan zêde dibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.