Rejima sîyonîst li Xezzeyê qetlîamekî nû pêk anît: Li Xan Yûnisê 10 şehîd

Êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê bênavber berdewam dike. Di seatên serê sibehê re sîyonîstan êrîşî bajaroka Benî Sûheylaya Xan Yûnisê kirin, di êrîşê de 10 Filistînî şehîd bûn.
Sîyonîstên îşxalker ji qetlîamên xwe re qetlîmekî nû jî nivîsandin.
Hat îfadekirin ku di navbera şehîdan de zarok û pîrek jî hene.
Li gorî çavkabîyên herêmî, balafirên îşxalkeran mala malbata Baraka û mala kêleka wî jî hedef girtin.
Cenazeya 10 şehîdan ji Nexweşxaneya Ewrûpayê re hatin rakirin. Hejmarê birîndaran hêna jî nayê zanîn.
Xeyn ji vana li rojhilata Xezzeyê jî gelek xanî hatin hedefgirtin.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di encama êrîşên hovane yên sîyonîstan de 51 hezar û 65 Filistînî şehîd bûn, 116 hezar û 505 Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a Şamê bi Mahmûd Abbas re hevdîtin kir.
Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Emrîkayê û êrîşên tên çaverêkirin li wî welatî pêk werin.
Wezareta Parastinê ya Emrîkayê (Pentagon) ragihand ku di mehên pêş de hejmara leşkerên li Sûrîyeyê dê ji hezarî kêmtir bibe.