Rejîma sîyonîst li Nablûsê gule li ser ciwanekî reşand û wî êsîr girt

Serbazên bi navê rejîma sîyonîst îro danê sibê li Nablusê ciwanek piştî ku teqe li wî kirin, girtin. Hat ragihandin ku Filistînîyekî 86 salî jî ji teref îşxalkeran ve hatiye gulebarankirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê yên herêmî hatin bidestxistin, hêzên taybet ên girêdayî rejîma sîyonîst avêtin ser maleke malbata Aûda, ciwanê Filistînî yê bi navê Yazan Auda gulebaran kirin û wî êsîr girtin.
Îşxalkeran ji Qereqola Mûrabayê û herêma Et-Tur hêz şandin û di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de rêyên herêmê girtin.
Hat ragihandin ku îşxalkeran caddeya Tel-Tevvabê dorpêç kirine û Filistînîyekî 86 salî gulebaran kirine û Filistînîyê birîndar bi ambûlansa Heyva Sor ji Nexweşxaneya Refîdiyeyê r hat rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.
Di êrîşa hewayî ya ku Emrîkaya îşxalker li Yemenê sivîlan bombebaran kir de 5 jê xebatkarên tenduristiyê 33 kes şehîd bûn û 80 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Derve yê Ummanê, diyar kir ku ew ê hevdîtinên duyemîn ên di navbera Îran û Emrîkayê de wê li Romayê bê kirin.
Bireveberîya Emrîkaya îşxalker, di vê pêvajoya ku bi Îranê re gengeşî heye de ji rejîma sîyonîst re sewqîyatekî nû û balkêş a çekan pêk anît.