Serokê Sûrîyeyê Şera û Mahmûd Abbas li Şamê civîyan

Serokkomarê Sûrîyeyê Ehmed Şera li Koşka Gel a Şamê bi Mahmûd Abbas re hevdîtin kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Filistînê WAFAyê, di hevdîtinê de xurtkirina peywendîyên dualî yên navbera Filistîn û Sûrîyeyê û geşedanên navçe hatin gotûbêjkirin.
Mahmûd Abbas der barê têkiliyên dîplomatîk ên ji bo rawestandina êrîşên li dijî gelê Filistînê û bidawîkirina krîza însanî însan ya li Xezzeyê hatin kirin de agahî da.
Abbas bal kişande ser vê yekê ku armancên wan ên sereke garantîkirina agirbesta bilez li Xezzeyê, gihandina alîkarîyên însanî û pizîşkî ji bo navçê û misogerkirina derketina tam a rêjîma sîyonîst e. Her wiha diyar kir ku divê dewleta Filistînê li Xezzeyê hem berpirsiyariyên sîvîl û hem jî yên ewlehîyê bigire ser xwe.
Di dawiya hevdîtinê de biryar hat dayîn ku komîsyonên hevbeş ji bo pêşxistina hevkariyên di navbera her du welatan de di warên cuda de werin avakirin. Her wiha li ser berdewamkirina şêwirên li ser mijarên sîyasî, dîplomatîk û herêmî hat qebûlkirin.
Ji teref Filistînê ve Sekreterê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê Huseyîn El-Şêx, Şêwirmendê Serokkomarîyê Mecdî El-Xalidî, Endamê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê Ehmed Mejdelanî, Balyozê Şamê Semîr Rifaî, Yasir Ebasî şêwirmendê hiqûqî yê li Şamê jî amade bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Nebraskaya Emrîkayê balafireke biçûk ket nav çem, di encamê de 3 kesên ku di nav balafirê de bûn canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.