Weqfa Qudsê: Mescîdî Eqsa ji sala 1967an vir ve rastî êrîşa herî mezin hat

Weqfa Navdewletî ya Qudsê ragihand ku 2258 sîyonîstên îşxalker roja pêncşemiyê 18ê Nîsanê êrişî Mescîdî Eqsayê kirin û bi vê yekê ev êrîşa herî mezin ji îşxalkirina Qudsê ya sala 1967an û vir ve ye.
Weqfa Qudsê ya Navneteweyî der barê geşedanên li Mescidî Eqsayê ya ku hatiye îşxalkirin de hişyariyên pir tund da.
Weqf diyar kir ku Eqsa êdî ji îxlalkirin û êrîşan re bi tevahî vekirî ye û bang li alema Îslamê kir ku li hemberî vê talûkeyê mesulîyetê bigirin ser xwe.
Li gor daxuyaniya weqfê 18ê Nîsanê roja pêncşemê 2 hezar û 258 sîyonîst êrîşî Mescidî Eqsayê kirin.
Ev hejmar ji îşxalkirina Qudsê ya di sala 1967an û vir ve weke hejmara herî mezin a rojekê hate qeydkirin.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
"Nasnameya Îslamî ya Mizgefta El-Eqsa di bin tehdîdeke ciddî de ye. Mabed, hema bêje bi tevahî veguheriye cihê merasima Tewratê. Desthilatdariya karbidestên weqfa Urdunê tê paşguhkirin, di heman demê de polîsên îşxalker kontrola tam di destê xwe de digrin."
Weqfê bal kişand ser wê yekê ku tişta qewimî tenê bi şiroveyan nayê ronîkirin û bi taybetî bang li hikûmeta Urdinê û welatên Îslamî kir ku gavên tesîrdar û berbiçav bavêjin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.