Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê: Hejmara şehîdan gihîştiye 72.991ê
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de sê kes şehîd bûne, bi vî awayî hejmara giştî ya şehîdan ji agirbestê û ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 72 hezar û 991î.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku di 24 saetên dawî de sê şehîd û pênc birîndar gihîştine nexweşxaneyên li Xezzeyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku yek ji şehîdan ji bin xirbeyan hatiye derxistin, her wiha du şehîdên din ji ber birînên berê canê xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên wezaretê, ji dema ku agirbest di 11ê Cotmehê de hatiye ragihandin û vir ve bi tevahî 981 kes mirine, 3 hezar û 104 kes birîndar bûne û 783 kes ji bin kavilan hatine rizgarkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî hejmarên giştî yên ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve parve kir.
Bi vî awayî, hejmara şehîdan gihîştiye 72 hezar û 991 û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 212 kesan.
Wezaretê diyar kir ku ji ber êrîş û wêraniyên berdewam ên li herêmê rewşa mirovî her ku diçe xirabtir dibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dîmenên ku nîşan didin sîstemên parastina hewayî yên Îranê balafireke bêmivo a keşfê û çavdêriyê ya MQ-9 a Amerîkî dixe xwarê, hatine belavkirin.
Misilman, ku ji nîvê zêdetir nifûsa Nîjeryayê pêk tînin, tevî ku li bakurê welat kom bûne jî, bi xizanî, bêkarî û pirsgirêkên perwerdehiyê re rû bi rû ne. Pispor dibêjin ku sedemên bingehîn ên krîzên ewlehiyê li herêmê newekheviyên aborî û nebûna pêşveçûnê ne, ne cudahîyên dînî.
Berdevkê Hamasê Hazem Qasim diyar kir ku tevger û komên Filistînî di hevdîtinên dawî yên li Qahîreyê de pêşniyarên ku ji hêla navbeynkaran ve hatine pêşkêş kirin, bi awayekî erênî nîşan dane. Qasim tekez kir ku ji bo ku agirbest were parastin û şer bi dawî bibe, divê rejîma sîyonîst sozên xwe yên di bin peymanê de bicîh bîne.