Yemenê, SÎHAya MQ-9 a Emrîkayê xist xwarê

Hêzên Çekdar yê Yemenê, diyar kir ku li asîmanên Sanayê balafireke bêînsan yê hewayê ya ji tîpa MQ-9 a aîdê Emrîkayê xistine xwarê.
Hat destnîşankirin ku SÎHA ji teref sîstemên hewaya parastina Yemenê ve deqîqe bi deqîqe hatîye şopandin û dûre bi fuzeyekî ku ew bi xwe çêkirine hedef girtine û xistine xwarê.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin SÎHAya ku hatîye xistin xwarê “fealîyetên dijminî” lidarxistîye, bi tevî vê SÎHAyê di nav sê hefteya dawîn de ev bû SÎHAya 5emîn e ku dixînin xwarê.
Rayedarên Yemenî îfade kirin ku ew di çarçoveya operasyonên ku bi navê “Cîhada Pîroz û Fetha Mew’ud” ji bo desteka Xezzeyê dane destpêkirin de 20 SÎHAyên Emrîkayê xistine xwarê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama van qetlîaman de hejmarê şehîdan gihaşt 51 hezar û 157an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 116 hezar û 724an.
Bi taybetî derdorê Bab el-Amudê ku nîşana Quds û Bajarê Berê ye, di bin dorpêça îşxalkeran de ye.
Rejima sîyonîst îro li dijî Xezze û Xan Yûnisê êrîşek asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarok jî di nav de gelek Filistînî şehîd bûn.
Li herêm Bedexşana Tacîkistanê di mezinahîya 5,5an de erdhejek pêk hat. Hat îfadekirin ku di encama erdhejê de candayîn û zerareke maddî çênebû.