Zelenskî: Em amade ne ku li ser mijara axê nîqaş bikin
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî diyar kir ku ew amade ye bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn re di asta rêberan de bicive û got ku meseleya axê jî dikare were nîqaşkirin.
Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî li Kopenhagenê di civîneke çapemeniyê de derbarê danûstandinên aştiyê yên bi Rûsyayê re de daxuyanî da.
Zelenskî diyar kir ku ew amade ye rasterast bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re bicive û got, "Em amade ne ku rûnin û li ser meseleya axê biaxivin."
Lêbelê, rêberê Ukraynayê tekez kir ku ev nayê wê wateyê ku ew tawîzên axê qebûl dikin. Wî diyar kir ku divê di danûstandinan de mijarên wekî garantiyên ewlehiyê û bidawîanîna şer jî werin çareserkirin.
Zelenskî got ku divê Ewropa biryar bide kî ew ê di danûstandinan de nûnertiya wê bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hamasê ji bo protestokirina êrîş û dorpêça Xezzeyê ya ji aliyê rejîma işxalker ve, bang li tevahiya cîhanê kir ku di 13, 14 û 15ê Mijdarê de li çaraliyê cîhanê xwepêşandan, meş û çalakiyên hevgirtinê werin lidarxistin.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 653 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 7 kesan.
Li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşên bi top û hewayî qewimîn. Di encama êrîşên rejima îşxalker de yek jê zarok 7 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li başûrê paytext Selu ya Koreya Başûr, di saetên serê sibehê de otobûsek li 32 wesayîtên ku di elektrîkên trafîkê de sekinîbûn qelibî, di encamê de 57 kes birîndar bûn.