Îşxalkeran li Libnanê wesayîtekî teqandin: Yek şehîd, yek birîndar

Li herêma Wadî El-Huceyr a başûrê Lubnanê, di encama bombebarana balafirên bêmirov ên îşxalker de kesek şehîd bû û kesek jî birîndar bû.
Ajansa Neteweyî ya Nûçeyan a Lubnanê ragihand ku "Di êrîşa îşxalê de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû."
Her wiha ajansê diyar kir ku şeva borî balafirên dagirkeriyê "Navenda Parastina Sivîl û du malên bajarokê Teyr Xerfa" kirin hedef.
Êrîşa li ser Lubnanê ya ku di 8ê Cotmeha 2023an de ji aliyê hêzên îşxalker ve hat destpêkirin, di 23ê Îlona 2024an de veguherî şerekî berfireh; Di vî şerî de zêdetirî 4 hezar kes şehîd bûn û 17 hezar kes jî birîndar bûn. 1,4 milyon kes jî ji ber şer koçber bûne.
Ji roja ku agirbest di 27ê Mijdarê de ket meriyetê, hêzên îşxalker zêdetirî 1440 îxlalan pêk anîne û nêzî 125 kes şehîd bûne û herî kêm 371 kes jî birîndar bûne.
Rejîma îşxalker heta 18ê Sibatê ji başûrê Lubnanê vekişiya û ev yek jî îxlalkirina peymanê ye. Di şûna wê de, wî paşvekişînek qismî pêk anî dema ku domandina pênc girên sereke li deverên ku wî di şerê dawî de îşxal kiribû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ragihand ku piştî îxlalkirina peymana agirbestê ji teref rejîma sîyonîstî ve heta niha 420 hezar kes li Xezzeyê koçber bûne.
Hat ragihandin ku li Benînê di êrîşa çekdarî ya li ser leşkeran de 8 leşker mirin, 13 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Fîlîpînanê keştîya bi ala Çînê ya bi navê 'Hong Haî 16' bin av bû, di encama binavbûna keştîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hemasê û Tevgera Berxwedana Cîhada Îslamî êrîşa esmanî ya sûcdar a Emrîkayê ya li ser Bendera Neftê ya Ras Îsa ya li parêzgeha Hudeyda ya Yemenê bi tundî şermezar kirin.