Dîyarbekir ket nav atmosfera menewî ya Mewlûda Nebî

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve wê di vê dawîya hefteyê (roja Yekşemê) li Parqa Newrozê bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” bernameya Mewlûda Nebî bê tertîpkirin, ji vê bernameyê re hazirî berdewam dikin.
Bernameya Mewlûda Nebî ya ku her sal bi temayekî dinê tê tertîpkirin vê salê jî wê bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” bê lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de li gelek kolan, cedde û taxan stand hatin vekirin, afîş hatin daleqandin û ji welatîyan re kitêb, şekir û loqim hatin belavkirin. Bi vê şeklê gelê Dîyarbekirê bangî bernameyê hatin kirin.
Di warê xebatan de Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember Yakup Kaya axivî û îfade kir ku Dîyarbekir ket nav hewaya Mewlûda Nebî.
Kaya weha got, “Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember wê vê hefteyê roja Yekşemê di seat 13.30yan de li Parqa Newroza Dîyarbekirê bi temaya ‘Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed’ Mewlûda Nebî tertîp dikin. Di vî warî de me li gelek cîhên Dîyarbekirê standan vekir, bi van standan em gelê xwe yanê gelê Dîyarbekirê dawetî bernameyê dikin.”
Yakup Kaya îfade kir ku em ê bi gelê xwe re li Qada Newrozê bighêjin hev, “Niha Dîyarbekir ketîye nav atmosfeta menewî ya Mewlûda Nebî û em di kelecanekî coş û beş de li benda wê rojê ne. Em hemû gelê Dîyarbekirê ji 7 salî heta 70 salî dawetî bernameya ku ew ê jîyana Hezretê Pêxember bê naskirin û fêhmkirin dikin. Me di vê çarçoveyê de li çar alîyê bajêr, afîşan avêt ser dîrekan, li dikanan afîşan diyarî kir û avêt camê wan. Li kolan û ceddeyan standan vekir û bi wan standan gelê Dîyarbekirê dawetî dikin. Bi vê wesîleyê em gelê xwe dawetî bernameya ‘Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed’ ya ku roja Yekşemê di seat 13.30yan de li Parqa Newroza Dîyarbekirê bê tertîpkirin dikin.”
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HUDA PARê ji bo parastina malbatê û û ji bona ku sapixtî sûc bê hesibandin pêşnûmeqanûn pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. Di hinceta pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku divê pêşî li xerakirina exlaqî bê girtin û propagandaya jirêderketîyan bê qedexekirin.
Li Sêwasê 2 wesayîtên ku di heman rêyê de diçûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Di êrîşa çekdarî ya li dijî malekê ya li navçeya Battalgaziyê ya navendî de 2 şikdar hatin binçavkirin.
Endamên ÎTTÎHADUL ULEMAyê, dikandarên Dîyarbekirê dawetî bernameya Mewlûda Nebî ya ku wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve vê dawîya hefteyê bê tertîpkirin kirin, ji welatîyan re gul û loqiman belav kirin.